Civîna Civata Parêzgeha Kerkûkê hat destpêkirin

Kerkûk (K24) – Bi berhevbûna endamên Kurd û kutaya Kiristiyanan ku dibin heşt endam, civata hilbijartî ya parêzgeha Kerkûkê dest bi civîna xwe ya yekê kir.

Îro (Duşem, 5.2.2024) gera sêyê ya Civata Parêzgeha Kerkûkê bi serokatiya biemirtirîn endamê hilbijartî yê wê civatê hat destpêkirin. Li dû zanyarên peyamnêrê K24ê, endamên Ereb û Tirkmen tevlî wê civînê nebûne.

Herwesa wan her heşt endamên ku di wê civînê de berhev bûne komnivîsa rûniştinê îmza kiriye, lê ji ber berhevnebûna endamên dî yên wê civatê û temamnebûna rêjeya qanûnî ya wê civînê, ji bo demeka nediyar hat paşxistin.