Civîna Civata Ewlehiyê di derheqa Îraq û Sûriyeyê de hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Civata Ewlehiyê ya Navdewletî di derheqa rewşa Îraq û Sûriyeyê û êrîşên Amerîkayê yên li ser wan her du welatan de li ser daxwaza Rûsyayê tê destpêkirin.

Şeva borî (5.2.2024) li ser daxwaza Rûsyayê, Civata Ewlehiyê ya Navdewletî di derheqa rewşa Îraq û Sûriyeyê û êrîşên Amerîkayê yên li ser wan her du welatan de dest bi civîna xwe kir.

Pêştir Rûsyayê êrîşên Amerîkayê yên li ser Îraq û Rûsyayê wekî binpêkirina serweriya wan her du welatan binav kiribûn û ragehandibû, ew êrîş dê bibin sedema belavbûna aloziyan li Rojhilata Navîn.

Ev civîna Civata Ewlehiyê di demekê de ye ku Wezareta Derve ya Hikûmeta Îraqê du rojan piştî wê êrîşa moşekî ya Îranê bo ser Hewlêrê (17.1.2024), li ser malpera xwe ya fermî skalayeka li ser wan êrîşan pêşkêşî Civata Ewlehiyê û Neteweyên Yekgirtî kiribû, ku ew êrîş bûbûn sedema şehîdbûn û birîndarbûna welatiyên sivîl û zirar gehandibû mal û milkên giştî û taybetî.

Herwesa Hêzên Asmanî yên Amerîkayê jî li serê sibeha roja Şemî, 3.2.2024, heft dever li Îraq û Sûriyeyê bombebaran kirin û ragehand ku, 85 armanc hingavtine ku bingehên komên milîşyayên girêdayî Îranê ne, ji verêja wan êrîşan jî nêzî 35 çekdaran hatine kuştin.

Êrîşên Amerîkayê ji bo bersivdana wê êrîşa dronî ya Hizbulaha Îraqî bûn, ku li roja 28.1.2024 kiribû ser bingeha Tawer 22ê ya serbazên Amerîkayê li ser axa Urdinê û sê serbazên Amerîkayî kuştibûn û bi dehan serbazên dî jî birîndar kiribûn.