Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Di êrîşa Stenbolê de kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşî ser bingeha polîsan a li dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê de ku hejamrek kes birîndar bûbûn, birîndarekî li nexweşxaneyê canê xwe jidest da.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de eşkere kiribû, îro 6ê Sibatê li demjimêr 11:45, du çekdaran êrîşî ser xala polîsan a li dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê kiribûn û tê de hejmarek polîs û welatî birîndar bûbûn

Di vê derbarê de, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç di civîneke rojnamevanî de ragihand, di êrîşê de 3 polîs û 4 welatiyên din jî birîndar bûne, yek ji wan birîndaran li nexweşxaneyê canê xwe jidest daye.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, çekdarekê ku êrîş kirine, yek mêr bû, ya din jî jin bû.