Pisporên erdhejê û endezyar ji bo erdhejên nû daxwaza bergiriyan dikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di ser erdhejên 6ê Sibatê re salek derbas bû û di nav vê salê de bi taybetî erdên bajarên Bakurê Kurdistanê bi hezaran car hejiyan. Li ser erdhejên ku bûn sedema mirina bi deh hezaran mirovan, li Diyarbekirê jî pisporên erdhejê û endezyaran hişyarî li rayedaran kir ku ji bo avahiyên zirarê dîtine, demildest çareseriyan bibînin.

Sala erdhejên 6ê Sibatê qediya, lê birînên ku li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê vekiribûn, hîn jî germ in. Li gorî amarên fermî, di van erdhejan de 50 hezar mirovan can daye lê di rojên borî de Wezirê Şaristanî û Bajarvaniyê yê berê yê Tirkiyeyê Murat Kurum ku niha namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê AK Partiyê ye, gotibû ku ‘di erdhejan de 130 hezar kesan can dane’ lê piştî helwesta civakî derket pêş, got ku wî ji bo hemû erdhejên Tirkiyeyê ev amar bi lêv kirine.

Pisporên Erdhejê yên Zanîngeha Dîcleyê yên Diyarbekirê diyar dikin ku heger avahiyên di erdhejan de zerarê dîtibûn, neyên zeximkirin dê bi erdhejên 5 pileyî re ser û bin bibin.

Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê û Pisporê Erdhejê Dr. Şefîk Îmamoglu ji K24ê re got: “Divê em bizanibin ku cihê me, bi taybetî bajarên Bakurê Kurdistanê û gelemperiya welat, di warê erdhejê de ji Japonyayê ne kêm e. Li Japonyayê 2 cure xetên şikestinê hene, li vê derê 4 xetên mezin ên şikestinê hene. Bala xwe bidin erdhejên 6ê Sibatê, 300 kîlometir dûrî Diyarbekirê bûn lê belê nêzîkî 500 mirovan can dan û gelek avahî hilweşiyan.”

Li gorî amarên dawî yên ku ji aliyê Jûra Endezyarên Înşaatê ya Diyarbekirê ve hatin ragihandin, li Diyarbekirê 63 avahiyên ku divê bi lezgînî bên xirabkirin hene. Her wiha hat diyarkirin ku 6 hezar û 800 avahiyên ku bi giranî xesar dîtine hene û 3 hezar û 180 avahî jî wekî xesarên nîvgiran hatine qeydkirin. Rêveberên Komeleya Rêvebirina Karesat û Piştevaniyê jî bal kişand ser plansaziya avaniya bajaran ku ji bo erdhejê çiqas jiyanî ye.

Serokê Komeleya Rêvebirina Karesat û Piştevaniyê Şerefxan Aydin dibêje: “Dema plansazî hat çêkirin, piştre dema avahî hatin çêkirin, divê li gorî zagonan û li gorî rastiya xwezayê bên avakirin. Zagon hene lê ji aliyê saziyên dewletê ve venêrîn nayên kirin. Di dema avaniya bajarvaniyê de wekî ku me got dema bi xwezayê re di nav aştiyê de li gorî zagonan û li gorî taybetiyên erdnîgariyê bê tevgerîn, em bawer dikin ku dê bandorên erdhejê kêmtir bin.”

Li gorî amarên dawî, ji erdhejên 6ê Sibatê ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê; ji 38 hezaran zêdetir erdhej çêbûne. Pisporên erdhejê, di her derfetê rayedaran hişyar dikin ku venêrîna avahiyan bikin da ku karesatên mezintir çênebin.