Sabrina Singh ji K24ê re: Em naxwazin li herêmê şerekî berfireh derkeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Sabrina Singh ji peyamnêrê K24ê li li Washingtonê re ragihand, “Amerîka naxwaze şerekî berfireh li navçeyê çêbibe û naxwaze li dijî Îranê şer bike.”

Sabrina Singh aşkere kir, “Heta niha 167 êrîş li ser baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê hatine kirin.”

Cîgira Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê diyar kir: “Hêzên Hûsiyên Yemenê jî, 41 êrîş li Deryaya Sor pêk anîne.”

Sabrina Singh got jî: “Hêzên me ji bo piştgiriya şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê ne.

Li hember kuştina 3 leşkerên Amerîkayê li baregeha T-22 ya li ser sînorê Urdinê, Amerîkayê êrişî baregeh û baregehên grûp û milîsan li Iraq û Sûriyeyê kir û di encamê de 85 çeperên hêzên Pasdarên Îranê û grûpên çekdar wêran kirin.

Li gorî “Reuters” jî, di êrîşên esmanî yên Amerîka yên li Îraq û Sûriyeyê de, herî kêm 40 kes hatine kuştin.