Şandeka Herêma Kurdistanê li Kongirêsê Amerîkayê ye

Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê
Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeka Herêma Kurdistanê bi endamên Kongirêsê Amerîkayê re danûstandinan li ser pirsa dawî pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan dike.

Doh (Sêşem, 6.2.2024) li Amerîkayê, Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê bi endamên Kongirêsê Amerîkayê re çend hevdîtin kirin û danûstandin li ser peywendiyên Amerîkayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kirin, herwesa her du aliyan li ser dawî pêşhatên deverê dîtin û nerînên xwe li hev guhertin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye, Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê bi endamên Kongirêsê Amerîkayê re danûstandin li ser piroseya dawî pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan û piroseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge kirin, herwesa bal kêşa ser gefên terorê û metirsiyên DAIŞê li ser Îraq û deverê.

Wê malperê amaje jî daye, Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê dê di rojên bê de çend civînan bi berpirsên Amerîkayê re bike.