Li Mêrdînê hemî çalakî ji bo dema 7 rojan hatin qedexekirin

Mêrdîn
Mêrdîn

Diyarbekir (K24) – Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê hemî çalakiyên bê destûra parêzgehê 7 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgeriya Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û wiha got: ‘’Ji 7ê Sibatê seet 00.01ê heta roja 13ê Sibatê seet 24:00ê anku 7 rojan xwenîşandan, konser, şano, meş, grev, vedana kon û standan û hemî çalakiyên wiha yên li wê parêzgehê qedexe ne û dê bi destûra parêzgerî, qeymeqamtî, yan jî aliyên pêwendîdar ên parêzgehê bên saz kirin, nayên kirin.

Li gorî vê biryarê, eger sazî yan kesek bixwaze çalakiyekê li Mêrdînê saz bike, divê ji berî 48 seetan haydariyê bide aliyên pêwendîdar.

Berî du rojan (Duşem, 5.2.2024) hemî çalakiyên civaka medenî li bajarê Bedlîsê yê Bekurê Kurdistanê jî ji aliyê parêzgerê wî bajarî ve ji bo dema pênc rojan hatin qedexekirin.

Ew ragehandina parêzgeha Bedlîsê piştî wê yekê hat ku li çend deverên Bakurê Kurdistanê bang ji bo xwenîşandanekê ji bo daxwaziya azadkirina rêberê PKKyê Ebdila Ocelan hatiye kirin.

Her di eynî demê de aliyên siyasî xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan berhev dikin, ku biryar e li 31ê Adara bê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên kirin.