Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê dicivin û danûstandinan li ser rewşa ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatên şer û aloziyên Rojhilata Navîn dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 7.2.2024) pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler kir û her du aliyan di civîna xwe de danûstandin li ser peywendiyên Tirkiyeyê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, arîkariyên hevpar ên navbera wan, rewşa ewlehiyê ya Îraq û Herêma kurdistanê û herwesa dawî pêşhatên şer û aloziyên Rojhilata Navîn û sedem û verêjên wan kirin.

Her du aliyan tekez li ser giringiya arîkariyên hevpar ên Tirkiyeyê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir, ji bo parastina aramî û seqamgiriya deverê û parastina ewlehiya sinoran.

Herwesa her du alî li ser pêdivîtî û bizavên tevalî ji bo rêgirtina li belavbûna aloziyên Rojhilata Navîn û verêjên wan hevnerîn bûn.

Tekezkirina li ser berdewamîdana bi peywendiyên Tirkiyeyê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re li ser bingeha berjewendiyên hevpar û cîrantiyeka baş, dawî pêşhatên berhingarbûna terorê û gef û metirsiyên DAIŞê li deverê û çend pirsên dî yên ji bo her du aliyan giring mijarên tewerekê dî yê civîna wan bûn.