Xwediyê dermanxaneyeka Dihokê ji ber dermanên qaçax hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberiya Giştî ya Asayîşa Parêzgeha Dihokê amajeyê dide, kesek girtiye ku berhevî ji bo firotina dermanên qaçax dikirin.

Birêveberiya Giştî ya Asayîşa Parêzgeha Dihokê îro (Çarşem, 7.2.2024) di ragehandinekê de eşkere kir ku, wan pêxemetî berjewendiya giştî û parastina canê welatiyan xwediyê dermanxaneyekê girtiye ku dermanên qaçax di nav avahiyekê wî bajarî de embar kirine û berhevî ji bo firotina wan dikirin.

Birêveberiya Giştî ya Asayîşa Parêzgeha Dihokê dibêje ku, hêzên wan destê xwe danaye ser wan dermanên qaçax ên ku wî tometbarî di nav avahiyekê wî bajarî de embar kirine û berhevî dikirin ku di çend rojên bên de firotiban.

Wekî ku di ragehandina Asayîşa Dihokê de amaje pê hatiye dan, xwediyê wê dermanxaneyê bi biryara dadwerî hatiye girtin û niha li dû qanûnê lêkolîn pê re tên kirin.