Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê tekeziyê li ser hevahengiya Tirkiye û Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler rewşa siyasî ya navçeyê, dawî pêşhatên Rojhilata Navîn û gefên terorê gotûbêj dikin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 7.2.2024) pêşwazî li Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û şanda pê re kir, ku ji Supasalarê Tirkiyeyê Metin Gurak û Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Elî Reza Guney û hejmarek berpirsên siyasî û leşkerî yên Tirkiyeyê pêk hatibû.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de li ser rewşa siyasî ya navçeyê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û metirsiya terorê û herwiha peywendiyên di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gotûbêj hatin kirin.

Di civînê de her wiha tekezî li ser hevahengiya di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de hate kirin, ew jî ji bo dabînkirina aramî û geşepêdan û karê hevbeş ê di navbera wan de.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de û pêşvebirina wan peywendiyan jî, mijareke din a civînê bû.