Parêzgariya Diyarbekirê hemû cure çalakî heta 8 rojan qedexe kirin

Diyarbekir (K24) – Parêzgariya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, li ser bangên çalakiyên dijyasayî û rêxistinî yên ku dê li Rihayê bên kirin, ji bo ku ji Diyarbekirê jî tevlîbûn çênebe, wan li ser têketin û derketina nav bajêr hin sînor danîne û heta 8 rojan hemû cure çalakî, daxuyanî û mitîngan qedexe kirine.

Di daxuyaniya Parêzgariya Diyarbekirê de hat gotin, “Ji bilî çalakiyên ku Parêzgariya Diyarbekirê û Qeymeqamtiya Diyarbekirê guncav dîtine, li ser çalakiyên girseyî yên ku hat hînbûn ku li ser bangên dijyasayî û rêxistinî yên tê xwestin li Rihayê bên kirin û ji ber hegera ku dibe li bajarê me jî çalakiyek were kirin an ji bajarê me jî beşdarî çêbibe; her cure çalakiyên ku tê xwestin li qadên vekirî bên lidarxistin (kombûn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vekirina standê, vekirina konan, belavkirina belavokan û daliqandina poster û pankartan hatiye qedexekirin.

Her wiha hat diyarkirin ku têketin û derketina maşîn, kes û komên ku dixwazin beşdarî çalakiya navborî bibin, di nav sînorên parêzgeh û navçeyên Diyarbekirê de jî qedexe hatine danîn.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qedexe îşev dest pê dike û dê heta 15.02.2024an berdewam be.

Rêberê PKKê Ebdulla Ocalan, 15 Sibata 1999 li Kenyayê hatibû girtin û radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Ocalan ji wê demê ve li Zîndana Îmraliyê girtiye. Alîgirên Ocalan bi armanca rakirina tecrîdê li ser wî, banga lidarxistina çalakiyan kiribûn.