Li Bexdayê 2 serkirdeyên Heşda Şeibî di teqînekê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê li Bexdayê got, otomobîlek li Bexdayê hat teqandin û di encamê de çend kes hatin kuştin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê got, li navçeya Meştelê ya Bexdayê otomobîlek hatiye armanckirin û hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê û lêkolînê dikin.

Li gorî zanyariyên Peyamnêrê K24ê, ew otomobîl ji aliyê dronekê ve hatiye aramnckirin.

Diyar kir jî, 3 kes di otomobîlê de hatin kuştin û termê wan ji otomobîlê hatin derxistin.

Li gorî zanyariyan, 2 ji kuştiyan serkirdeyên Heşda Şeibî (Ebû Baqir Saidî û Arkan Elyawî) hatine kuştin û Hizbullaha Iraqî jî di daxuyaniyekê de kuştina wan piştrast kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê belav kir, îro 07.02.2024ê demjimêr 21.35, otomobîlek li naveçeya Meştelê ya Bexdayê hat armanckirin û tîmeke teknîkî ya taybet ji dezgehên ewlekarî dest bi lêkolînê li ser vê bûyereke kir.

Got jî, ev êrîş bû sedema şewitandina otomobîlê û canjidestdana kesên di hundirê wê de, û lêkolîn ji bo diyarkirina şêwe û çavkaniya êrîşê heta niha berdewam e û em ê piştre hûrguliyan belav bikin