Berpirsekî Amerîkî: Hêzên me êrîşa li Bexdayê pêk aniye

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî armanckirina otomobîleke serkirdeyên Heşda Şeibî li Bexdayê, berpirsekî Amerîkî ragihand, hêzên wan êrîşa li Bexdayê pêk anîne.

Li navçeya Meştelê ya Bexdayê îşev 7ê Sibatê otomobîlek ji aliyê dronekê ve hat armanckirin û di encamê de 3 kes hatin kuştin ku 2 ji wan serkirdeyên Heşda Şeibî ne.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, agahdariya wan ji raportên taybet bi êrîşa li Bexdayê heye.

Çavkaniyekê ji K24ê re ragihand, piştî êrîşê hemû deriyên Navçeya Kesk a Bexdayê ku Balyozxaneya Amerîka û nûneratiyên welatên lê ne, hatine girtin.