Baregeheke Amerîkayê li Dêrzorê rastî êrîşeke bi dronê hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Koma “Berxwedana Îslamî li Iraqê” careke din baregeha Amerîkayê ya li kêlgeha El-Omer a li Dêrazorê kire armanc.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, Koma “Berxwedana Îslamî li Iraqê” îro 8ê Sibatê danê sibê bi dronekê baregeha Amerîkayê ya li kêlgeha El-Omer kir.

Li gorî zanyariyan, ji nîvê Cotmeha 2023an ve ev cara 28emîn e ku baregeha Amerîkayê ya li kêlgeha El-Omer rastî êrîşan tê.

Piştî şerê Îsraîl û Hemasê di 7ê Cotmeha 2023an de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne. Di bersivê de jî, Amerîka jî çend caran baregehên grûpên çekdaran li Iraqê kirine.

Berdevkê Pentagonê Pete Nguyen berî du rojan diyar kir, ji 17’ê Cotmehê ve herî kêm 168 êrîş li dijî hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriye û Iraqê hatine kirin.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) şeva borî ragihandibû, hêzên wan êrişek li Bexdayê pêk aniye û tê de fermandarekî Hizbullaha Iraqê kuşt.