Sûdanî: Em hincetên Îranê yên ji bo êrîşkirinê red dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, “Em êrişên welatên cîran di bin ti behaneyê de bin, red dikin. Eger nîgeranî û tirsên wan hebin, dikarin bi rêya Komîteya Ewlekariya Hevbeş bên çareserkirin.”

Sûdanî ji televizyona “Al- Arabiya” re got: “Iraq ji ber çend sedeman rastî êrişa welatên cîran hatiye, lê sedem çi dibe bila bibe, em red dikin. Ji ber ku cîbicîkirina yasa li nav xaka Iraqê de, li gor destûr, yasa û nerîtên navdewletî, erk û desthilata hikûmeta Iraqê ye, ji ber wê jî, ti welatek nikare bi yekalî tevbigere.”

Sûdanî got: “Me ji Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Îranê re got, pêwendiyên Iraq û Îranê dîrokî ne, lê ev yek rê nade wê ku êriş bike. Eger metirsî yan jî gumanên ewlehiyê hebin, bi rêya saziyên fermî dikare werin çareserkirin, ji ber ku komîteyeke me ya hevbeş a ewlehiyê heye û pirsgirêk bi rêya vê komîteyê dê werin çareserkirin.”

Ev daxuyaniya Sûdanî piştî wê tê, Îranê roja 15.1.2024an bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê kir. Di encamê de jî, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên mûşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye.”