Çavdêrên siyasî: Hevpeymaniya Cumhur bi gavekê li pêşiya opozîsyonê ye

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Di vê hilbijartinê ya şaredariyên Tirkiyeyê de, cuda ji sê hilbijartinên borî, opozîsyona Tirkiyeyê ji hev belav bûye lê Hevpeymaniya Cumhur hevpeymaniya xwe parastiye. Zanyarên siyasetê di wê baweriyê de ne ku ev encam dê şikestineka nû bo opozîsyonê bîne bi taybet li Stenbolê piştî ku DEM Partiyê biryar da berbijêr bo şaredariya wî bajarî deyne.

Piştî ku arasteyên hevpeymaniyan li siyaseta Tirkiyeyê belav bû, yekem car e ku opozîsyona Tirkiyeyê ji hev belav bûye û her partî bi serê xwe beşdarê hilbijartinan dibe. Ev rewş jî CHPê tengav kiriye û eger heye gelek şaredariyên di hilbijartinên 2019ê de ketibûn destê CHPê ji destê wê derkeve û egera herî zêde ya vê şikestinê jî li Stenbolê ye. Zanyarên siyasetê di wê baweriyê de ne ku, sedema sereke ya parçebûna opozîsyonê şikestina wan a di hilbijartina Serokomariyê de ye.

Zanyarê Siyasetê Ufuk Uras ji K24ê re got: “Opozîsyon di hilbijaretina borî de ji sedî 48 deng standibû û niha li şûna zêdekirina vê rêjeyê, ji hev belav bû û her partiyên opozîsyonê biryar girtin ku bi serê xwe beşdarê hilbijartinê bibin. Sedema sereke ya vê encamê şikekstina wan a di hilbiartina borî de mirov dikare bigere. Opozisyona dema serneket, baca şikestinê ji hevûdu xwestin. Lê Hevpeymaniya Cumhur, hevpeymaniya xwe parast û lewma mirov dikare bibêje Hevpeymaniya Cumhur gavek li pêşiya opozîsyonê ye.”

Serokê yek ji diyartirîn kompanyayên rapirsînê yê Tirkiyeyê jî balê dikşîne ser rewşa siyasî ya her du hevpaymaniyên sereke yên Tirkiyeyê û dide zanîn ku, di pêvajoya hilbijartinê de AK-Partî û MHP hevpeymaniya xwe parastin lê Hevpeymaniya Millet ji hev belav bûn. Ev her du encam amajeyên mezin ên şikestina Berbijêrê CHPê Ekrem Îmamoglu ne.

Serokê GENARê Îhsan Aktaş dibêje: “Li Stenbolê rêjeya dengên DEM Partiyê ji sedî 8 heta ji sedî 10 e. Dengên DEM Partiyê nakeve bin ji sedî 8ê. Jixwe dema DEM Partî li Stenbolê herî kêm ji sedî 4 deng werbigre egera şikestina Îmamoglu gelek zêde dibe û egera serkeftina Murat Kurum zêdetir dibe.”

Di hilbijartinên şaredariyan a sala 2019ê de daku AK-Partî ser nekeve HDPê li bajar û bajarokên mezin ên Tirkiyeyê berbijêrên şaredariyan destnîşan nekiribû û di encama vê stratejiyê de bajarên wekî Stenbol, Enqere, Mêrsîn, Antalya û Edene ji destê AK Partiyê û MHPyê ketibûn destê CHPê.