Blinken: Îran û komên milîs di gurkirina şer û aloziyan li herêmê de berdewam im

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken dibêje, Îran û komên milîs ên ser bi Supaya Pasdaran ve di gurtirkirina şer û aloziyan li herêmê de berdewam im.

Blinken di kongreyeke rojnamevanî de li Îsraîlê got: “Em hewl didin rewşa Rojhilata Navîn asayî bikin, aştiya di navbera Îsraîl û Filistîniyan de misoger bikin û weke du dewletên cîran bijîn.”

Her wiha got: “Amerîka ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera Îsraîl û welatên herêmê de, bi taybetî Erebistana Siûdî kar dike, lê hinek aliyên herêmê rê li van hewlan digrin û naxwazin bibin rastî.”

Amaje bi wê jî kir: “Îran û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser zêdekirina kêşeyan li navçeyê berdewam in, lê Amerîka dê berdewam be li ser parastina welatî û berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn.”

Ji dema şerê Hamas-Îsraîlê di 7ê Cotmeha 2023an de, ev pêncemîn gera Anthony Blinken e bo Rojhilata Navîn, bi taybet bo Siûdiye, Misir, Qeter, Îsraîl û Kerta Rojava, bi armanca xurtkirina hewlên ji bo gihandina agirbestê û sînordarkirina destêwerdanên Îranê di karûbarên navxweyî yên welatên herêmê û bi taybetî pirsa Filistînê de.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken û Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Galant li ser giringiya bidestveanîna aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn û avakirina dewleta Filistînê bi şertê ku ewlehiya Îsraîlê were garantîkirin, gotûbêj kirin.