CHP: Hikûmeta AK Partiyê sozên ji bo mexdûrên erdhejê bi cih neanîne

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Piştî edhejên 6ê Sibatê ku salek li peyî xwe hiştin, gengeşiyên navbera hikûmeta Ak Partiyê û partiyên opozîsyonê yên li ser rewşa herêmên erdhejê berdewam dikin. Hikûmeta Ak Partiyê, bi raportan xebatên li van herêman ji bo raya giştî radigihîne lê Partiya Komarî ya Gel (CHP) amaje dike ku desthilatî di vê qonaxê de bi ser neketiye.

Piştî 7 mehan ji erdhejên 6ê Sibatê, ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê ve hatibû ragihandin ku li 11 bajarên erdhejê, ji bo welatiyên ku xaniyên wan hilweşiyane yan jî xisarên giran dîtine, dê 680 hezar xanî û 170 hezar kargeh, embar û axur bên çêkirin û radestî mexdûrên xwedî maf bên kirin. Lê rêveberên Partiya Komarî ya Gel CHPê yên Diyarbekirê, xebatên hikûmetê yên ji bo mexdûran têr nabînin.

Serokê Rêxistina CHPê ya Diyarbekirê Abdullah Atîk ji K24ê re got: “Hîn jî mirov li wan deveran mexdûr in, hîn jî perîşan in. Hîn jî 15-20 mirov di derekê de disitirin. Di nav sar, serma û pûkê de û di nav tunebûnê de dijîn. Ji ber vê jî em dibêjin ku desthilatî sozên ku dane, bi cih nehanîne. Ango li Diyarbekirê, hejmareke kêm xaniyan radest kirine lê mirovên me yên din hîn jî hemû mexdûr in, hîn jî di konteyner û di konan de dijîn.”

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, di rojên borî de bang li partiyên opozîsyonê kir û got ku ‘Di van rojên dijwar de divê em mil bi mil bin û heger kêmasiyên desthilatê hebin, dê opozîsyon tekûz bike.’ Endezyarên ku herêmên rûxandî ji nêz ve dişopînin jî li ser rewşa giştî ya avaniya deverên erdhejê, van pêşniyazan dikin:

Endezyar Ahmet Bayhan dibêje: “Ji aliyê teknîkî ve hîn jî hikûmet bi fermî nizane ku ev salek qediyaye, ji ber çi birîn necebirîne. Endezyaran ji sedî sed li derveyî pêvajoya avaniyê hiştine. Bi sendîkayên endezyaran re têkiliyê nakin, hemû xebatan bi serê xwe dikin. Ji wezaretê ji rayedaran re çi agahî biçe, ew e ango bi serê xwe nikarin tu tiştekî bikin. Divê bi gel re û bi rêveberiyên herêmî re têkiliyan deynin da ku birîn zû bicebirin.”

Li gorî amarên fermî; ji erdhejên 6ê Sibatê heta niha, nêzîkî 450 hezar hezar mexdûran, mafê starê wergirtiye û piştî avakirinê dê bên belavkirin. Lê heta niha ne mexdûrî bi dawî bûye ne jî nîqaşên siyasî bi dawî dibin.