Rojnamevanekî kenala Filistînê hate kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Ragihandinê ya hikûmetê ya li Xezzeyê ragihand, ji destpêka şerê li Zezzeyê ve, 124 rojnamevan di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin. Herî dawî Nafiz Abdulcawad bû.

Ofîsa Ragihandinê ya hikûmetê ya li Xezzeyê ragihand, peyamêrê kenala Filistînê Nafiz Abdulcawad û kurê wî duh di êrîşa Îsraîlê ya li Dêra Belayê de hatin kuştin.

Di heyama 30 salên borî de, herî zêde rojnamevan ku di şerekî de hatibin kuştin, di şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de li Kerta Xezzeyê de ne.

Îro Pêncşemê, şerê li Kerta Xezzeyê ket meha xwe ya pêncem û heta niha di şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de, zêdetir ji 27 hezar û 840 kesî li Xezzeyê hatine kuştin.

Ji aliyê Îsraîlê ve, zêdetir ji 1400 kesî hatine kuştin û bi sedan jî birîndar bûne, herwiha 240 welatiyên Îsraîlê jî wek dîl ji aliyê Hemasê ve hatine girtin.