Trump: Pêdivîtiya Amerîkayê bi bihêzkirina sinoran û piştbestina bi enerjiya navxweyî heye

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê berê yê Amerîkayê û kandîdê Komariyan ji bo hilbijartinên îsal dibêje, “Pêdivîtiya Amerîkayê bi bihêzkirina sinoran û piştbestina bi enerjiya navxweyî heye”.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump îro (Înî, 09.02.2024) di nav keympeyna hilbijartinan de li Wîlayeta Nevadayê gotarek pêşkêş kir û tê de ragehand, “Ez pêdivî dibînim ku sinorên Amerîkayê bên bihêzkirin”.

Serokê berê yê Amerîkayê ron jî kir, “Pêdivîtiya bihêzkirina sinorên Amerîkayê ji bo hindê ye ku rê li wan penaberan bê girtin ên ku bi rengekê neqanûnî berê xwe didin welatê me”.

Trump zêdetir jî ron kir, “Merema serekî ji tundkirin û parastin û bihêzkirina sinorên Amerîkayê ji bo nehêlana penaberên neqanûnî ye ku rêjeya tawanan li Amerîkayê zêde dikin”.

Navbirî bal kêşa ser wê yekê jî ku, armanca wî di hilbijartinan de vegernadina Amerîkayê ji bo xweştirîn welatê cîhanê ye. Tekez jî kir, ew kar dikin ku pişta xwe bi enerjiya xwe gerim bikin, ji ber ku xwediyên petroleka zêde ne û pêdivî nake sotemeniyê ji welatan bikirin.