Meşan Ciborî: Kurd û Sune hest dikin mana Amerîkayê sedema silametiya wan e

Meşan Ciborî
Meşan Ciborî

Navenda Nûçeyan (K24) - Meşan Ciborî radigehîne, “Suneyên Îraqê tirs ji vekêşana hêzên Amerîkayê heye”. Herwesa dibêje, “Kurd û Sune hest dikin ku mana Amerîkayê sedema silametiya wan e”.

Serokê Partiya Niştîmanî ya Îraqî û kesatiyê diyar ê Suneyan Meşan Ciborî ragehand, “Roj bi roj dengê serkirdeyên Şîe û firaksiyonên nêzî Îranê ji bo vekêşana hêzên Amerîkayê ji Îraqê bilindtir dibe”.

Ciborî got, “Li cem me veşartî nîne ku Erebên Sune û Kurd piştevaniya wê daxwazê nakin û li ser mana hêzên Amerîkayê hevnerîn in, ji ber ku Kurd û Sune li ber ronahiya nebûna hevsengiyê di desthilatdariyê de û xwesepandina Şîeyan li ser dewletê, hest dikin ku mana Amerîkayê sedema silametiya wan e”.

Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Yehya Resûl doh (Pêncşem, 08.02.2024) di ragehandinekê de amaje da, “Yekşema bê, Lijneya Bala ya Teknîkî Serbazî ya di navbera Îraq û Amerîkayê de dê dest bi karê xwe bike”.

Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê herwesa ragehand, “Di civînên navbera wan de, danûstandin dê li ser diyarkirina jivanekî ji bo bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Îraqê bên kirin”.