Li Sêrtê hemî çalakî ji bo dema 9 rojan hatin qedexekirin

Sêrt
Sêrt

Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Sêrtê ragihand ku ji ber pêşîlêgirtina çalakiyên sorkirinê (provakatîf) û avakirina ewlekariya neteweyî, wan hemî çalakiyên wekî mîtîng, daxuyanî û belavkirina belavokan; ji bo dema 9 rojan qedexe kirine.

Di daxuyaniya Parêzgeriya Sêrtê de hat diyarkirin ku ji ber kiryarên zerarê didin yekîtiya neteweyî, ji bo parastina taybetmendiyên bingehîn ên komarê û yekparebûna dewletê, ji bo dema 9 rojan qedexe hatiye danîn.

Li ser qedexeyan hat diyarkirin ku ji xeynî bernameyên ku ji aliyê sazî û rêxistinên gel ve tên lidarxistin, ewlekariya can û mal, parêzbendiya kesane, ewlekariya debara gel û bi çalakiyên ku ligel qeymeqamtiyê guncayî dibînin; kombûn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, civînên hundirîn, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, vekirina standan, konvedan, belavkirina belavokan û daliqandina afiş û pankartan ên ku ewlehiya civakê dikin bin metirsiyê, hemî hatine qedexekirin.

Hat ragihandin ku qedexe ji sibe 10.02.2024 heta 18.02.2024 hatiye danîn.

Her îro parêzgeriya Batmanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku, li Batmanê ji 9ê Şibatê heta 16ê Şibatê anku ji bo dema heft hemî çalakî bi destûrdayîna Parêzgeriyê ve hatine girêdan.

Pêştir li Mêrdînê jî ji bo dema heft rojan û li Bedlîsê jî ji bo dema 5 rojan eynî biryarê hatiye dan û rê li ber kirina her çalakiyeka civaka medenî hatiye girtin.

Ev ragehandin piştî wê yekê hatin ku li çend deverên Bakurê Kurdistanê bang ji bo xwenîşandanekê ji bo daxwaziya azadkirina rêberê PKKyê Ebdila Ocelan hatiye kirin.

Her di eynî demê de aliyên siyasî xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan berhev dikin, ku biryar e li 31ê Adara bê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên kirin.