Sibe Civata Nûnerên Îraqê dicive

Civata Nûnerên Îraqê
Civata Nûnerên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Nûnerên Îraqê di derheqa destdirêjiyên li ser serweriya axa welatê xwe de danûstandinan dike.

Li dû xişteyê karî yê Civata Nûnerên Îraqê, sibe (Şemî, 10.02.2024) seet 17:00, civîna Civata Nûneran di derheqa destdirêjiyên li ser serweriya axa Îraqê de tê kirin.

Li beranberî kuştin sê serbazên Amerîkayê li bingeha T-22ê li Urdinê, li şeva 07.02.2024 li Bexdayê erebeyek li devera Meştelê ya Rojhilatê Bexdayê di êrîşeka dronî de hat armanckirin û di encamê de sê kes hatin kuştin ku du serkirdeyên ketîbeyên Hizbulahê bi navên Ebu Baqir Saidî û Erkan Elyawî di nav wan kuştiyan de bûn.

Paştir Hizbulaha Îraqî jî kuştina wan her du serkirdeyan tekez kiriye.

Herwesa roja 03.02.2024ê, li beranberî kuştina her sê serbazên Amerîkayê li bingeha T-22ê li Urdinê, Amerîkayê li dijî bingehên kom û milîşyayan li Îraq û Sûriyeyê dest bi êrîşên xwe kir, û 85 cihên artêşa Pasdarên Îranê û milîşyayan û çend embarên dron û moşekan jî li wan her du welatan wêran kirin.