Îsraîlê çend cihê li rojavayê Şamê mûşekbaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê êrîşî ser çend cihên li derdora Şamê kir û li gorî hatiye belavkirin, tenê ziyanên madî derketine.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê “SANA” li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, artêşa Îsraîlê îro demjimêr 01:05, ji aliyê Golanê ve bi mûşekan êrîşî çend xalên li derdora Şamê kirin.

Wî jêderî got jî, sîstema berevaniya asmanî ya artêşa Sûriyeyê piraniya mûşekan xistin xwarê û di encama êrîşê de tenê ziyanên madî derketine.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SHOR) jî belav kir, Îsraîlê êrîşî deverên Dîmas û Projeya Dumer ên li derdora kirin.

Rewangehê anaje bi wê jî kir, eger heye di van êrîşan de kesayetiyên ne Sûrî hatibin armanckirin.

Li gorî zanyariyên ji destpêka îsal ve, Îsraîlê 10 caran xaka Sûriyê kiriye armanc û 28 xal û komgeha çekan û baregehên leşkerî wêran kirine.

Herwiha di encama wan 10 êrîşan de, 24 leşkerên Sûrî û çekdarên milîsên ser bi Pasdarên Îranê ve hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.