Çavdêr: Namzediya Meral Daniş Beştaş tê vê wateyê lihevkirina Dem Partî û CHP heye

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de piştî hevdîtinên dûr û dirêj, Dem Partî namzedên xwe yên bo şaredariya bajerên Stenbolê ji rayagiştî re eşkere kirin. Rayedarên Dem partî ev ragihandin, wek xurtkirina rêya sêyemîn ya serkeftinê bi nav dikin. Pispor jî vê yekê weke lihevkirina CHP û Dem Partî dinirxînin.

Ber bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyê yên 31ê Adarê wek hemû partiyên siyasî DEM partî jî namzedên xwe yên şaredariyê ji rayagiştî re eşker dike. Piştî civînên berfireh berdevka DEM Partî derket pêşberî qemereyan û namzedên xwe yên 40 bajar, 16 bajarên mezin û 3 navçeyan ji rayagiştî re eşkere kir. Berdevka dem partî  namzedên partiya xwe yên ji bo şaredariya bajarê mezin ya Stenbolê jî ji rayagişî re eşkere kirin. Parlementera dem partî ya Erzeromê ku bi salan serokwekiliya Dem partî ya Parlementoyê dikir Meral daniş Beştaş û parlementerê heyama borî Yê HDPê yê Izmîrî Murat Çepnî wek namzedên şaredariya bajarê mezin ya Stenbolê hatin eşkerkirin.

Peydara DEM Partî Ayşegul Dogan got: “Namzedên me yên Stenbolê ez dixwazim ji we re parve bikim. Namzedên me yên Stenbolê Meral daniş Beştaş û Murat Çepnî ye. Em dibêjin bila rêya me hemûyan vekirî be bila xêrê bîne bila aşitiyê aramî demokrasi û vekheviyê bîne Tirkiyê. Em dibêjin êdî rabe wext e, dem hat.”

Beramberî vê yekê pisporên siyasî jî dibêjin namzediya Meral daniş Beştaş tê du wateyan û dê ev biryar bandorê helwesta dengdêrên Kurd jî bike.

Şirovekarê siyasî Prof. Dr. Tevfîk Erdem dibêje: “Ger başak Demîrtaş ji bo Stenbolê wek namzed bihata nişandan, Ekrem Îmamoglu teqez wenda dikir. Lê belê namzediya Meral Daniş Beştaş li gorî Başak Demîrtaş gellek lawaz dimîne. Ji ber ku daxwaza dengdêrên Kurd Başak Demîrtaş bû. Namzediya Meral Daniş Beştaş tê vê wateyê ku li ser Stenbolê lihevkirina Dem partî û CHP heye. Helbet bi vê yekê li Stenbolê 2 milyon dengdêrên Kurd hebin dê milyonekî wan dengê xwe bidin Ekrem Îmamoglu.”

Li gorî yaseya hilbijartinê hemû partiyên siyasî lazime heta 20ê sibatê listeya namezdên xwe yên bo tevahiya şaredariyên Tirkiye û bakurê Kuridstanê  radestî lilneya bilind ya Hilbijartinê bikin. DEM partî jî di 18ê Sibatê de bi bernameyeke berfireh li Enqerê hemû namzedên xwe yên şaredariyê ji rayagiştî re eşkere dike.

Dem Partî namzedên xwe yên bajarên Enqere, Izmîr, Edene Mêrsîn û Hetayê ji rayagiştî re parve nekirin û hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş  banî partiya xwe kir ku hevdîtinên bi CHPê re berdevam bikin.