Huda Par ji bo hilbijartina dersa kurdî bang li welatiyan dike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Huda Parê li Diyarbekir piştî nimêja înê bi belavkirin belavokên destan, bang li welatiyan kir ku bo zarokên xwe waneya bijare ya zimanê hilbijêrin ku dema serîlêdanê ya dawî 12ê sibatê ye. Îsal armanc ew e ku ji 100 hezarî zêdetir xwendekar waneya kurdî hilbijêrin.

Partiya Doza Azad (Huda Par) li Bakurê Kurdistanê helmeta xwe ya banga bijartina waneya bijare ya zimanê kurdî didomîne. Huda Parê vê carê jî li ber Mizgefta Mezin a Sûra Diyarbekirê stand danî û piştî nimêja înê belavokên destan belav kir û HudaPariyan bang li welatiyan kirin ku di dibistanan de bo zarokên xwe waneya bijare ya zimanê kurdî hilbijêrin. Endamên HudaParê yên çalaki li dar xistîn amaje kirin ku waneya bijare ya zimanê kurdî derfetek girîng e û divê were bikaranîn.

Endamê Şaxa Ciwanan a Huda Parê Selahadîn Guler ji K24ê re got: “Em dixwazin bi kurdî bipeyîvin, mixabin ji ber guvaşan êdî kurdî ji nava civakê hatiye derxistin, em dixwazin ku zarokên me fêrî kurdî bibin û ev derfret jî girîng e, em dixwazin malbat vê mijarê de agahdar bin û haydar bin.”

Waneya Bijare ya zimanê kurdî di polên 5. 6. 7 û 8ê tê dayîn û divê xwendekar heta 12ê sibatê serîlêdanên xwe bi rêya malbatên xwe bikin. Derbarê vê pêvajo û helmetên banga waneya bijare ya zimanê kurdî de mamoste û welatî jî dibêjin hêja û pêwîst e.

Welatî Alî Fûad: “Ev xebat, xebatek girîng e, em dixwazin hemu sazî û partiyên kurdan vê xebatê bikin, ev doza milletekî ye, bila perwerdehiya kurdan bi kurdî be.”

Ji welatiyan hat xwestin ku bo zarokên xwe waneya bijare ya zimanê kurdî hilbijêrin lê daxwazek din jî derket holê ku welatî dixwazin di mizgeftan de jî xutbe bi zimanê kurdî werin dayîn.