ENKS: Çekdarên ser bi PYDê ve endamekî me ji Qamişlo revavand

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) radigihîne, “Grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve, endamê Xwechiya Rojavayê Qamişlo ya ENKSê Talib Husên Îbrahîm ji bajarê Qamişlo revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.”

Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihyand, “Grûpeke çekdar a girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, endamê Xwechiya Rojavayê Qamişlo ya ENKSê Talib Husên Îbrahîm ku di heman demê de endamê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ye ji roja 8ê Sibatê ve ji aliyê grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve hatiye revandin.”

ENKS di daxuyaniya xwe de jî, revandina endamê xwe û hemû binpêkirin û kiryarên tirsandinê yên ku ji aliyê van çekdaran ve tên kirin şermezar kirin û tekez kir ku ew li dijî mafên herî bingehîn ên mirovan e.

Herwiha ENKSê daxwaza eşkerekirina çarenivîsa Talib Husên Îbrahîm û azadkirina wî bilez kir û bang li rêxistinên mirovî û aliyên navdewletî yên pêwendîdar kir ku fişarê bikin, da ku ev binpêkirinên ku zêdetir nîgeranî û nearamiyê çêdikin, bên rawestandin.

Pêştir gelek endam û alîgirên ENKSê û partiyên bi ser wê ve ji aliyê asayiş û hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hetine revandin û ofîs û baroyên wên hatine şewitandin.

Talib Husên Îbrahîm
Talib Husên Îbrahîm