Li Geverê bi hêza 4.4 pileyan erd hejiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê ve bi erdhejek hêza 4.4 pileyan li gorî pîvera Richterê rû da.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) da zanîn, îro 11ê Sibatê li navçeya Geverê bi hêza 4.4’ê erdhej çêbû.
Hat ragihandin ku erdhej bi kûrahiya 5.74 kîlometreyan bin erdê de çêbûye.