Li Dihokê erdhejek bi hêza 4.5 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Dihokê erdhejek bi hêza 4.5 pileyan li gorî pîvera Richterê rû da.

Desteya Giştî ya Keşnasî û Erdhejnasiyê ya Wezareta Veguhastinê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, îro erdhejek bi pileya 4.5 li ser pîvana Rîchterê demjimêr 07:36 li parêzgeha Duhokê rû da.

Diyar kir jî, erdhej bi kûrahiya 10 kîlometreyan bin erdê de çêbûye. 

Peyamnêrê K24ê li Dihokê da zanîn, xelkê Dihokê hest bi erdhejê kir û ti ziyanek çênebûye.

Ev yek di demekê de ye, Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) a Tirkiyeyê da zanîn, îro 11ê Sibatê li navçeya Geverê bi hêza 4.4’ê erdhej çêbû.