Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehişt Îmaratê

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan 2024 de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehişt Dubey.

Ji bo tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan 2024 de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehişt bajarê Dubey yê Îmaratê.

Ji bo sala sêyê li ser yek, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Îmaratê tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan dibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her îro (Yekşem, 11.02.2024) li ser tora Civakî ya Xê nivîsiye, “Ez dilxweş im ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan 2024 dibim”.

Pêştir jî Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 11.02.2024) ji bo tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de ku dê rojên 12-14ê Sibatê li Dubeyê bê lidarxistin, ber bi Îmaratê ve bi rê ket.”

Diyar jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vexwendina taybet a Cigirê Serokê Dewleta Îmaratê, Serokwezîr û Mîrê Dubeyê Şêx Mihemed Bin Reşîd El-Mektûm tevlî vê lûtkeyê dibe, ku biryar e gotarekê jî bi amadebûna hijmareka serokwezîr û berpirsên payebilind pêşkêş bike.”

Amaje bi wê jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha di çarçoveya vê lûtkeyê de, dê bi rayedarên ereb, herêmî û navneteweyî, bîrmend û karsazan re çend hevdîtinan pêk bîne.”