Qeşe Bernard Frick: Kar bi pilana deportkirina penaberan ji Almanyayê nayê kirin

Qeşe Bernard Frick
Qeşe Bernard Frick

Navenda Nûçeyan (K24) - Qeşeyê Penaberan li Kilêsaya Protistantan a Berlîn û Brandbêrgê di derheqa deportkirina du milyon penaberan ji Almanyayê de radigehîne, “Bi çi awayan kar bi pilana partên rastrê di derheqa deportkirina penaberan de nayê kirin û ew serkeftî nabin ji ber ku Almanya pêşwaziya penaberan dike”.

Qeşeyê Penaberan li Kilêsaya Protistantan a Berlîn û Brandbêrgê Bernard Frick ji K24ê re got, “Eger pilana deportkirina penaberan ji Almanyayê ser bigire, ew dê dawiya demokrasî û civaka vekirî be”.

Qeşeyê Penaberan herwesa got, “Me bizav kiriye penagehekê ji bo wan kesan dabîn bikin ên ku berê xwe didin Almanyayê”.

Di çend heftiyên borî de bi sedan hezar kesan li sernaserê Almanyayê, li dijî part û hêzên rastrê yên tundrê xwenîşandan kirin.

Xwenîşandan û nerazîbûn piştî eşkerebûna civîneka nihênî ya partiya Alternatîv û çend siyasiyên rastrê yên diyar ên Almanyayê hat ku behsa pilana deportkirina du milyon kesên koçber kiribû, xwe yên ku nasnameyên Almanyayî û pêşîneyên koçberiyê jî heye.