Şirovekarekî siyasî: Hikûmeta Iraqê di bin bandora Îranê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şirovekarekî siyasî dibêje, hikûmeta Iraqê di bin bandora Îranê de ye, ji ber wê jî fişareke mezin ji Îranê û grûpên milîsan li ser Serokwezîrê Iraqê tê kirin ku hêzên Amerîkî ji Iraqê derbike.

Şîrovekarê siyasî Hîtotî îro ji K24ê re got: “Hikûmeta Iraqê heta niha di bin kontrola Îranê de ye, ji ber wê jî fişareke mezin li ser Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ji aliyê Îranê û grûpa milîsan ve heye ku hêzên Amerîkî ji Iraqê derbike.

Amaje bi wê jî kir, lê ti pilanek tune ye û heta niha hikûmeta Iraqê bi fermî daxwaz ji hikûmeta Amerîkayê nekiriye ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.

Got jî: “Hevdîtinên dema di navbera Amerîka û Îraqê de ku dest pê kirin, tenê gotûbêjeke demkî bû, bo diyarkirina nexşeyekê di navbera her du alîyan û nirxandina rewşa siyasî û aborî ya Iraqê. Bi taybetî dema ku Pentagonê di daxuyaniyekê de behsa sê xalên sereke kir, ku yek ji wan ev e: Eger Amerîka hêzên xwe vekişîne, gelo Iraq xwedî hêz û şiyane ku rûbirûbûna terorê û DAIŞê bibe?”

Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Dûyem, gelo Iraq dikare serweriya Iraqê biparêze? Wek em dibînin, gefên Îranê, terorîstan, Tirkiyê û milîsên Iraqî bi xwe li ser Iraqê hene, bi mûşek û dronan êrîş li li hêzên Amerîkayê tên kirin, divê ev yek jî werin nirxandin.”

Bal kişande ser wê yekê, leşkerên Amerîkayê li ser daxwaza fermî ya Iraqê li wî welatî ne, di sala 2020an heta sala 2021ê jî erkên hêzên Amerîkayê li Iraqê hatiye diyarkirin. Niha 2,500 leşkerên Amerîkî li Iraqê ne, asayî ye ku Iraq bixwaze nexşeyek bê danîn ku hejmara wê hêzê bê kêmkirin.