Bêgerd Talebanî: Di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de gelek mijarên 'girîng û hestiyar' tên gotûbêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî ragihand, Herêma Kurdistanê ji beşdarên herî girîng ên ku îro beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bûne ji bo gotûbêjkirina gelek mijarên girîng û hestiyar.

Bêgerd Talebanî îro 12.02.2024an ji K24 re ragihand, beşdarbûna di lûtkeya cîhanî de ji bo hikûmetên gelek welatan pir girîng e. Herwiha beşdarbûna Herêma Kurdistanê di vê çalakiya cîhanî de gelekî girîng e û îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî dê gotarekê pêşkêş bike.

Bêgerd Talebanî herwiha got: “Li vir gelek mijarên girîng û hestiyar tên gotûbêjkirin, di asta aborî, siyasî, pêwendî, pêşketina teknolojîk û hemû beşên girêdayî geşepêdana aborî. Em îro weke şandeke fermî li gel Serokwezîr li vir in û beşdarî penalên cuda yên vê lûtkeyê dibin.”

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê diyar kir, “Dema em gihîştin vir, me ew girigîpêdana ji hikûmeta Îmaratê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê dît ku îro di rêza pêşiyê ya welatên beşdar di vê lûtkeyê de ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî duhî êvarê giheşte Dubayê û ji aliyê Xelîfe Wezîrê Dewletê yê Wezareta Derve ya Îmarat Şahîn Merer ve hat pêşwazîkirin.

11emîn Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmeta li Dubey îro 12ê Sibata 2024an dest pê dike. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî îro gotarekê di lûtkeya de pêşkêş dike û behsa dîtinên nû yên ji bo pêşkeftin û aboriyê dike.