Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê dicivin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokê Îmaratê re dicive û her du alî li ser zêdetir mukomkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê û pêşxistina arîkarî û hevahengiyên dualî di warên cuda cuda de hevnerîn bûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 12.02.2024) êvarê li bajarê Ebuzebî yê paytexta Îmaratê bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zaîd Al Nehiyan re civiya.

Di destpêka wê civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serxweşî û hevxemiyên xwe ji ber mirina sê serbazên Îmaratî li Somalê ji bo Serokê Îmaratê diyar kirin.

Her du alî li ser zêdetir mukomkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê û pêşxistina arîkarî û hevahengiyên dualî di warên cuda cuda de hevnerîn bûn.