Mesrûr barzanî: Li seranserî devera me îradeyek ji bo pêşkeftinê heye

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Li seranserî devera me îradeyek ji bo pêşkeftinê heye”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 12.02.2024) li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Li seranserî devera me îradeyek ji bo pêşkeftinê heye û hemî dizanin ku guhertin ne tenê tiştekê pêdivî belkî zerûrî ye”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh jî (Yekşem, 11.02.2024) li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê nivîsîbû, “Ez dilxweş im ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan 2024 dibim”.

Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî her doh di ragehandinekê de amaje dabû, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 11.02.2024) ji bo tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de ku dê rojên 12-14ê Sibatê li Dubeyê bê lidarxistin, ber bi Îmaratê ve bi rê ket.”

Diyar jî kiribû, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vexwendina taybet a Cigirê Serokê Dewleta Îmaratê, Serokwezîr û Mîrê Dubeyê Şêx Mihemed Bin Reşîd El-Mektûm tevlî vê lûtkeyê dibe”.

Amaje bi wê jî kiribû, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha di çarçoveya vê lûtkeyê de, dê bi rayedarên ereb, herêmî û navneteweyî, bîrmend û karsazan re çend hevdîtinan pêk bîne.”