Li Diyarbekirê polîsan destûr neda meşa Dem Partiyê

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê Dem Partî, ligel rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk DBP û namzedên şaredariyan xwest ku li Diyarbekirê di bin navê ‘Meşa Azadiyê’ de bimeşin lê polîsan destûr neda.

Namzedên Dem Partiyê yên Diyarbekirê, doh (Duşem, 12.02.2024) li Diyarbekirê xwest ku hem xebatên xwe yên hilbijartinê yên nav gel bidin destpêkirin, hem jî di bin navê ‘Meşa Azadiyê’ de li Diyarbekirê jî meşê bidin destpêkirin, li hev civiyan lê polîsan destûrê neda.

Ji ber ku beriya niha ji bo van meşan li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê qedexeya çalakiyan hatibû ragihandin, piştî nîqaşên ku di nav komê û polîsan de derketin, polîsan hewil da ku namzedên şaredariyan desteser bikin, lê piştî axaftinên rêveberên partiyê û rêveberên ewlehiyê, hat lihevkirin ku kom belav bibe.