Mihemed Şukrî: Em dê di Lûtkeya Hikûmetan de 200 derfetên weberhênanê ji bo Herêma Kurdistanê peyda bikin

Mihemed Şukrî
Mihemed Şukrî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Weberhênanê radigehîne, “Di perawêza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Dubey, em dê zêdetirî 200 derfetên weberhênanê di warên cuda cuda de ji bo weberhênerên biyanî li Herêma Kurdistanê peyda bikin”.

Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî, di derheqa tevlîbûna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Dubey, ji ajansa fermî ya nûçeyan a Îmaratê re ragehand, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo çend armancan tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bûye, yek ji wan armancan jî ew e ku derfetên weberhênanê ji bo weberhênerên biyanî li Herêma Kurdistanê peyda bike”.

Serokê Desteya Weberhênanê herwesa got, “Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey gelek giring e. Di perawêza vê lûtkeyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê çend dîdar û civînên giring li gel serok û serkirdeyên welatan hebin. Li gel Serokê Îmaratê jî, ku em wî wekî dost û hevpeymanê Herêma Kurdistanê dibînin, civîneka giring hebû”.

Mihemed Şukrî herwesa amaje da, “Di perawêza vê lûtkeyê de, em dê zêdetirî 200 derfetên weberhênanê di warên cuda cuda de wekî pîşesazî û çandinê û çend warên dî ji bo weberhêneran peyda bikin”. Herwesa got, “Şiyana derfetên weberhênanê li Herêma Kurdistanê zêde ye”.

Wekî ku Serokê Desteya Weberhênanê behs kir, welatê Îmaratê gelek weberhênan li Herêma Kurdistanê kiriye û dixwaze li paşerojeka nêzîk weberhênana kompaniyên Îmaratî li Herêma Kurdistanê zêdetir jî bike.