Rengvedana gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî di medyayên Erebî û Cîhanî de

Navenda Nûçeyan (K24) - Gotara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey dengvedan û rengvedaneka berfireh li medyayên Erebî û cîhanî peyda kir, taybet di wê peyamê de ya ku arasteyî cîhanê bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî kir, ku Herêma Kurdistanê qet li ser çi kesekî nebûye gef û herwesa faktera aştiyê û seqamgiriyê ye.

Rojnameya WAMê ya Îmaratê ku organa fermî ya Hikûmeta Îmaratê ye nûçeya pêşwazîkirina li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji aliyê Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zaîd Al Nehiyan ve belav kir.

Amaje da wê yekê jî ku, di hevdîtina navbera wan de li Koçka Şanişîna Ebu Zebî, tekez li ser zêdetir pêşxistina peywendiyan di warên aborî, weberhênan, geşepêdan û mirovî de di navbera Îmaratê û Herêma Kurdistanê de hat kirin, ku xizmeta berjewendiyên her du aliyan bikin.

Herwesa ajansa Nûçeyan a Îmaratê li ser tora civakî ya Instagramê li gel danana naveroka gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di posterekî de bi danana çend peyam û gotinên Serokwezîrî bala xwîner û bîneran ji bo naveroka wê gotarê hat kêşan, wekî:

“Îmarat bi rêya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bûye komkera serkirdeyên xwedî fikir û biryar ji bo çarekirina qeyranên mirovî”.

“Ceng û qeyran yekane çavkaniyên nebûna seqmgiriyê ne li Rojhilata Navîn”.

“Pêdivî ye tevaya hikûmetan ji şer û aloziyên borî fêr bibin ku paşerojeka temam seqqmgir û geş ji bo gelên xwe ava bikin”.

“Guhertina seqayî yek ji mezintirîn hevrikiyan e ku berhingarî mirovatiyê bûye, lê Îmarat bi rêya COP24ê di komkirina bizavên navdewletî de ji bo çarekirina arêşeyan serkeftî bû”.

Herwesa malpera rojnameya Elbeyanê ya Îmaratî jî, bi navnîşanê ‘Serokwezîrê Kurdistana Îraqê: çar bingehên serekî ji bo peydakirina pêşxistineka giştgir’, raportek li ser gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî belav kiriye.

Di naveroka wê raporta rojnameya Elbeyanê ya Îmaratî de hatiye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de, ku li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan pêşkêş kir, ‘seqmgiriya siyasî, ewlehî, vejandina aborî û berhingarbûna guhertina seqayî’ wekî çar bingehên serekî tekez kir, ji bo peydakirina pêşxistineka giştgir û berdewam”.

Herwesa di pareka dî ya wê raportê de, amaje bi vê para gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatiye dan, “tekoşîna 20 salên borî û bergirî û qehremaniya çend dehsalên gelê Kurd ji bo serkeftinê bûye rêxweşker, wekî gelê Kurd me jî maf heye ku xwedî serwerî û pareka venebirî ya Rojhilata Navîn bin”.

Herwesa rojnameya Arab Newsê ya Erebistana Siûdiyê jî ku bi zimanê Ingilîzî derdikeve, raportek bi navnîşanê “Mesrûr Barzanî: Kurdan, wekî Filistîniyan, mafê diyarkirina çarenivîsê xwe heye” belav kiriye.

Di naveroka wê raportê de amaje bi vê para gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatiye kirin, “Eger berî 80 salan serederî bi mafên bingehîn ên Filistîniyan re hatiba kirin an jî li wan dehsalên di dû re hatine, hingê derfeta rûdana van nexweşiyên em niha dibînin kêmtir dibû, lê li şûna vê yekê, ew pirs hat piştguhxistin û aloztir bû, di demekê de ku xwediyên berjewendiyan ew valahî wekî derfetekê ji bo ecêndaya xwe bi kar anî.

Em dikarin eynî pênaseyê ji bo gelê Kurd jî bikin. Me jî daxwazeka rewa heye ji bo biryardanê li ser mafê çarenivîsê. Dost û hevpeymanên me itîraf bi wî mafî kiriye, lê di eynî demê de ji me re dibêjin, zerûretên siyasî astengan dixin di rêya arîkariyên wan de û rêyê li dadperweriya dîrokî digirin”.

Herwesa çapa Îmaratî ya rojnameya Xelîcê jî raporteka taybet li ser gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi navnîşanê “Barzanî: Seqamgiriya siyasî û ewlehî piştevana pêşkeftinê ye” belav kiriye û amaje daye naveroka gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey doh (Duşem, 12.02.2024) bi tevlîbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û 25 serok û serkirdeyên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê, şandiyên 85 rêkxistinên navdewletî, 300 wezîran û 120 şandên hikûmetan hat destpêkirin, û dê heta sibe (Çarşem, 14.02.2024) berdewam be.