Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî civiyan

Mesrûr Barzanî û Ehmed Ebulxêt
Mesrûr Barzanî û Ehmed Ebulxêt

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî li bajarê Dubey yê Îmaratê civiyan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 13.02.2024), di roja duyê ya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de û di perawêza wê lûtkeyê de, bi Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebu Xeyt re civiya.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey doh (Duşem, 12.02.2024) bi tevlîbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û 25 serok û serkirdeyên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê, şandiyên 85 rêkxistinên navdewletî, 300 wezîran û 120 şandên hikûmetan hat destpêkirin, û dê heta sibe (Çarşem, 14.02.2024) berdewam be.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh gotareka giring bi zimanê Ingilîzî di wê lûtkeyê de pêşkêş kir û bal kêşa ser guhertin û pirsên niha yên deverê û cîhanê. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de tekez jî kir ku gelê Kurdistanê daxwazeka rewa ji bo destnîşnakirina mafê çarenivîsê xwe heye û pêdivî ye rêz li mafên gelê Kurd ên rewa bê girtin.