Mesrûr Barzanî: Me di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de dîtina Kurdistaneke bihêztir gihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê radigihîne, “Bi serdana Dubeyê û beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubeyê xweşhal bûm û me dîtina Kurdistaneke bihêztir gihand.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Bi serdana Dubeyê ji bo beşdarbûna di #WGS24 de xweşhal bûm.”

Herwiha Mesrûr Barzanî got: “Îsal me hevbeşiyên xwe bihêztir kirin, pirên nû ava kirin û nêrîna Kurdistaneke bihêztir gihand.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja yekşemê 11.02.2024an nivîsîbû: “Ez xweşhali im ku beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan 2024an dibim.”

Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandibû, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja (Yekşem, 11.02.2024) ji bo tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de ku dê rojên 12-14ê Sibatê li Dubeyê bê lidarxistin, ber bi Îmaratê ve bi rê ket.”

Diyar jî kiribû, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vexwendina taybet a Cigirê Serokê Dewleta Îmaratê, Serokwezîr û Mîrê Dubeyê Şêx Mihemed Bin Reşîd El-Mektûm tevlî vê lûtkeyê dibe”.

Amaje bi wê jî kiribû, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha di çarçoveya vê lûtkeyê de, dê bi rayedarên ereb, herêmî û navneteweyî, bîrmend û karsazan re çend hevdîtinan pêk bîne.”

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey doh (Duşem, 12.02.2024) bi tevlîbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û 25 serok û serkirdeyên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê, şandiyên 85 rêkxistinên navdewletî, 300 wezîran û 120 şandên hikûmetan hat destpêkirin, û dê heta sibe (Çarşem, 14.02.2024) berdewam be.