Parlementerên DEM Partî daxwaza çareseriya pirsa kurd kirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Parlementerên DEM Partiyê li Diyarbekir meşek nav bajêr li darxistin. Di dema meşe de bo çareseriya pirsa kurd diruşme hatin avêtin.  Li Diyarbekir bo çalakiyan, tenê bo parlementeran rê hat dayîn ku ji 8ê sibatê ve qedexeya çalakiyan li Diyarbekir di meriyetê de ye. Armancek a meşe jî ew bû ku hevdîtin bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re were kirin.

Parlementer, namzet û endamên DEM Partiyê li Diyarbekir bo meşeke girseyî li ser Rêya Rihayê hatin cem hev. Girseya li ser Rêya Rihayê kom bûyî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat dorpêçkirin û rê nehat dayîn ku bimeşin. Piştî muzakereyan hêzên ewlekariyê tenê bo parlementeran rê dan û parlementeran jî di bin dorpêça hêzên ewlekariyê de dest bi meşe kirin. Di dema meşe de Parlementerên DemPartiyê diruşme avêtin û her wiha daxwaza wekheviyê kirin û banga çareseriya pirsa kurd kirin.

Parlementerê DEM Partiyê yê Ruhayê Omer Ocalan ji K24ê re got: “Em daxwaz dikin ku azad bijîn, em dixwazin pirsa kurd were çareserkirin û di welatê xwe de bi awayeke azad bijîn. Bila hikumeta Tirkiyeyê li ser bingeha weheviyê pirsa kurd çareser bike.”

Li Diyarbekirê di 8ê sibatê qedexeya çalakiyan hatibû ragihandin û parêzgeriyê dabû zanîn ku dê qedexe heta 15ê sibatê bidome lê li gel vê yekê rê bo parlementeran hat vekirin û parlementeran jî daxwaza wekheviyê kirin û amaje kirin ku divê banga wan bêbersiv nemîne.

Parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Ayşegul Dogan dibêje: “Em bang li hemû beşên civakê dikin ku dest bidin çareseriya pirsa kurd. Em jî dixwazin bi awayeke wekhev bijîn. Kurdan bi sedan salane gelek êi kêşane êdî dem hatiye pirsa kurd were çareserkirin.”

Ji ber ku parêzbendiya wan a makezagonî heye hêzên ewlekariyê nekarîn destêwedana meşa parlementeran bikin û parlementeran meşa xwe li dar xistin. Di meşê de peyamên çareseriya pirsa kurd derketin pêş.