Civata Nûnerên Îraqê ji bo hilweşandina du biryarên Rijêma Beis dicive

Civata Nûnerên Îraqê
Civata Nûnerên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Nûnerên Îraqê biryar e xwandina yekê ji bo hilweşandina du biryarên Civata Bilind a Rijêma Beis bike, ku girêdayî wan erdan in ên li Kerkûkê û çend deverên dî yên Îraqê ji aliyê Erebên hawirdekirî ve hatine dagirkirin.

Li dû karnameya belavkirî ya Civata Nûnerên Îraqê, îro (Çarşem, 14.02.2024) seet 11:00 ê sibehê, Civata Nûnerên Îraqê dê bicive. Yek ji tewerên ku hatine diyarkirin xwandina yekê ye ji bo hilweşandina biryara hejmar 1018 ya sala 1982ê û biryara hejmar 554 a sala 1983ê ku yên serdema Rijêma Beis in.

Civata Wezîrên Îraqê pirojeqanûna hilweşandina wan her du biryaran derbaz kiriye û maye ku Civata Nûneran xwandin û dengdanan li ser wan bike.

Bi rêya pejirnadina hilweşandina wan her du biryarên serdema Rijêma Beis, nêzî 300 donemên erdî ji wan erd û milkan, ên ku ji aliyê Erebên hawirdekirî ve li parêzgeha Kerkûkê û çend deverên dî hatine dagirkirin, dê ji bo welatiyên Kurd û Tirkmen vebigerin.

Civata Nûnerên Îraqê herwesa çar parên dî jî diyar kirine, parek xwandina yekê ye ji bo pirojeqanûna bidestxistina zanyaran, ku ji aliyê Lijneya Rewşenbîrî û Geştyarî û Şûnwar û Ragehandinê ve xwandin dê jê re bê kirin.

Pareka dî ya wê civînê xwandina duyê ye ji bo pirojeqanûna tomarkirina bûyî û miriyan, ji aliyê Lijneya Tendirustî û Jîngehê ve.

Herwesa pareka dî jî xwandina duyê ye ji bo pirojeqanûna edilandina madeyên 50 û 56ê yên lihevkirina balafirvaniya medenî ya sala 1994ê, ku li sala 2016ê li Montiryalê hatiye îmzakirin.

Di para dawiyê ya civîna îro ya Civata Nûnerên Îraqê de, Lijneya Qanûnî dê xwandina duyê ji bo pirojeqanûna edilandina yekê ya qanûna desteya daxwaziyê ya milkan a hejmar 13 ya sala 2010 bike.