Li Efrînê 2 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 2 welatiyên Kurd ji navçeya Raco ya Efrînê revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, grûpa bi navê “Polîsa Sivîl” 2 kes ji gundê Goliya Jêrin a li navçeya Raco ya Efrînê revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Rewangehê da zanîn, ew her du kurd ji standina fidiyê ji wan, bi tohmeta pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re hatine revandin.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku Kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin û eşkence didin, pere, fidye û bacan ji wan distînin.