Encûmena Nûneran a Amerîkayê yasayekê li dijî asayîkirina pêwendiyan bi Sûriyê re derdixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Nûneran a Amerîkayê projeyasayek li dijî asayîkirina peywendiyan bi hikûmeta Sûriyê re pejirand.

Encûmena Nûneran a Amerîkayê bi 389 dengên belê, li hember 32 dengên nerazîbûnê, projeyasayek li dijî asayîkirina peywendiyan bi hikûmeta Sûriyê re pejirand.

Li gor wê projeyasayê, Amerîka ne amade ye pêwendiyên xwe ligel hikûmeta Sûriyê ya bi serokatiya Beşar Esed asayî bike û hikûmet û serkirdayetiya wê jî nas bike.

Ev projeyasa dê ji bo dengdanê, ji Encûmena Pîran re bê şandin. Piştî nirxanidnê vê projeyê, tê pêşbînîkirin jî meha Beçileya 2024an were pesendkirin.

Herwiha vê projeyasaya Encûmena Nûneran jî, yasaya Qeyser ya sizayên li ser Sûriyeyê, ku biryar îsal bi dawî bibe jî, dirêj kir.

Encûmena Pîran a Amerîkayê di sala 2020an de, yasaya Qeyser ji bo parastina sivîlên Sûriyeyê pejirandibû, ku siza li ser berpirsên payebilind û fermandarên leşkerî yên rêjîma Sûriyê û alîgirên wan ferz kiribû. Her wiha wê yasayê siza li ser saziyên Rûsî û Îranî yên ku piştgiriya madî û teknolojiyê pêşkêşî beşên enerjî û berevaniyê yên Sûriyeyê kirine, ferz kiribû.