Ebdilrezaq Şemerî: Hikûmeta Îraqê pabendî û erkên xwe li beranberî Sune û Kurdan bi cih nayîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Şirovekarekê siyasî amajeyê dide, hikûmeta Sûdanî ketiye bin barê ecêndayekê, lewma jî nikare pabendî û erkên xwe li beranberî Sune û Kurdan bi cih bîne.
Şirovekarê Siyasî Ebdilrezaq Şemerî îro (Pêcnşem, 15.02.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Ev nêzî sal û nîvan e ku Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî hatiye pêkanîn, lê xwe ji wan erk û lihevkirinên hikûmet li ser hatiye pêkanîn vedidize.
Wî şirovekarê siyasî herwesa amaje da, “Hikûmeta Îraqê li beranberî maf û daxwaziyên Kurd û Suneyan bêbersiv e û pabendiyên xwe bi cih neanîne”.
Ebdilrezaq Şemerî her dîsa got, “Hikûmeta Sûdanî ketiye bin barê ecêndayekê, lewma jî nikare pabendî û erkên xwe li beranberî Sune û Kurdan bi cih bîne”.
Navbirî tekez jî kir, “Ew ecênda Îraqî nînin, ji derve hatine û li ser vê hikûmetê hatine sepandin”. Herwesa got, “Hikûmetên Îraqê piştî sala 2003ê bi biryarên derve û li bin ecêndayên cuda yên welatan kar dike”.