Netanyahu ji bo Blinken: Itîrafkirina bi dewleta Filistînê xelatkirina Bizava Hemasê ye

Benjamin Netanyahu û Antony Blinken
Benjamin Netanyahu û Antony Blinken

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsên Israîlê amajeyê didin, Serokwezîrê Israîlê ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê re gotiye ku itîrafkirina bi dewleta Filistînê bi rengekê rasterast an nerasterast xelatkirina Bizava Hemasê ye.

Du berpirsên Israîlê ji medyayên Amerîkayê re ragehandiye, Serokwezîrê Israîlê Bejamin Netanyahu heftiya borî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re gotiye, “Her rengekê itîrafkirina rasterast an nerasterast ji aliyê Amerîkayê ve bo dewleta Filistînê xelatkirina bizava hemasê ye”.

Li dû gotinên wan berpirsên Israîlî, Netanyahu ji Blinken re gotiye ku her pêngaveka ji wî rengî zirarê digehîne wan bizavan ên ku birêveberiya Biden pêngavan ji bo berfirehkirina bazina aştiyê li deverê diavêje.

Roja 7ê Cotmeha 2023ê, Bizava Hemasê êrîş kir ser Israîlê, ji bo dema çend rojan jî deverên Israîlê moşekbaran kirin û zêdetirî hezar û 400 kesan kuştin û zêdetirî 240 kesan jî revandin, ku heta niha zêdetirî 100 ji wan hatine azadkirin.

Her dîsa jî heta niha zêdetirî 28 hezar welatiyên Filistînî li kertê Xezzeyê di şerê navbera Israîl û Bizava Hemasê de hatine kuştin û zêdetirî 64 hezaran jî birîndar bûne.