“Şîeyên bi Amerîka re hatine desthilatê, niha daxwaza vekişîna wê dikin”

Navenda Nûçeyan (K24) – Aliyên ku daxwaza vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê dikin; Heman ew alî ne ku piştî sala 2003’an bi hatina Amerîka re, hatine ser desthilatdariyê. Welatî û çavdêr dipirsin, eger Amerîka ji bo rûxandina rejîma Beis nehatiba, dê çarenivîsa van aliyan çawa bûya?

Navçeya Kesk a Bexdayê ku koşkên serokatiyê û malên piraniya rayedaran û ofîsên girîng lê hene, kesên ku niha li vê navçeyê rûdinin, beriya 20 salan di xewnan de jî nedidîtin, lê bi guhertina rejîmê ji aliyê Amerîkayê ve, ji aliyê heman partiyan ve hat kontrolkirin. Niha jî heman alî ku bûne desthilatdar, bêyî berçavgirtina daxwazên Kurd û Sunneyan, daxwaza vekişandina hêzên Amerîkî ji Iraqê dikin.

Pisporê siyasî Jewdet Haris dibêje: “Seddam hemû hêz di destê xwe de girtibû. Bi alîkariya Rojava û Amerîkayê, rêjîma Seddam hat rûxandin. Ew aliyên ku wan xeyal nedikir ku herin posteke biçûk werbigirin, niha  postên mezin wergirtine û daxwaza vekişîna Amerîkayê dikin. Ma ew nizanin ku hêzeke cîhanî ya ku rejîma berê hilweşandiye, dê nikaribe wan jî têk bibe?”

Hin çavdêr hişyarî didin ku eger ev daxwaza vekişandina Amerîkayê ji Iraqê berdewam bin, bi taybetî eger li ser hesabê Kurd û Sunneyan be, dê encamên metirsîdar li ser ewlehî û aborî dirust bibe, eger vekişîn çêbibe.

Şirovekarê siyasî Ehmed Alaa dibêje: “Vekişîna hêzên Amerîkî dê bandoreke aborî û siyasî li ser Iraqê bike û dê tevliheviyê çêbike. Ev mijar di navbera hêzên siyasî yên Iraqê de nakokî çêdike. Kurd, Sunne û hinek Şîe jî dixwazin hêzên Amerîkayê bimînin, mayîna van hêzan dê Iraqê biparêze.”

Hin alî dibêjin, reqsa li ser mûzîka hin aliyên siyasî ji bo vekişandina hêzên Amerîkî ku piştî rûxana rejîmê, ew ligel Amerîka hatine ser desthilatê, ne daxwazên Iraqiyan e, belkû pêkanîna ajandaya welatekî cîran e, bi taybetî Îran.