Nirxê goşt li Rojavayê Kurdistanê her diçe giran dibe

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber bilindbûna nirxê goştê sor li Rojavayê Kurdistanê, êdî ji bo xelkê zehmet e ku yek kîlo goşt bikirin. Goştfiroş jî dibêjin nirxê ajelan bi dolar e û her ku diçe bilind dibe û ev bihabûn ne di destê wan deye. Welaît jî gazindan dikin ku guhertina nirxan nayê kontrolkirin.

Nirxê goşt li Rojavayê Kurdistanê bilind bûye û ne her malbatekê jî şiyanên kirînê heye. Goştfiroşekî Amûdê dibêje, bilinbûna nirxê goşt ne bi destê wan e, ji ber ku nirxê sewalê ku ew tînin, bilind bûye.

Her çiqas lîra Sûrî li beramberî dolarê Amerîkî dakeve, pê re bihayê tevahiya kelûpelan jî bilind dibe. Welatî jî gazindan ji vê guhertina berdewam dikin, ku roj li pey rojê ew neçar dibin pêdiviyên jiyana xwe kêm bikin.

Ji sedemên sereke yên bilindbûna nirxê goşt jî, yekdestdarî û bacên ku Rêveberiya Xweser li ser sewalan sepandiye ji aliyekê ve û hinardekirina bêserûber a wan ji aliyekî din ve ye, ku bi milyonan dolaran sûdê ji Rêveberiya Xweser re tîne.