Bijişkên Diyarbekirê daxwaza başkirina şert û mercên karên xwe dikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekir û tevahiya Tirkiyeyê bijişkan bo 1 rojî çalakiya destjikarberdanê lidar xistin û amaje kirin ku di projeyasaya tendirustiyê ya ku niha parlementoyê de li benda pesendkirinê ye de şert û mercên bijişkan giran dibin û heta rê li ber wê yekê vedike ku bijişk bon operasyonên serbazî jî werin rêkirin.

Bijişkên endamê Sendîkeya Hekîman (HekîmSen) di 16ê sibatê de li tevahiya Tirkiyeyê dest ji kar berdan. Sedema destjikarberdanê jî ew e ku projeyasayek derbarê yasayên tendirustiyê de li parlementoyê dengdanê de ye û bijişk dibêjin ew projeyasa rê li ber wê yekê vedike ku muçeyên wan werin birrîn. Nûnerên bijişkan dibêjin projeyasa heman demê de rê li ber wê yekê vedike ku bijişk bo qadên şer ên operasyonên serbazî werin şandin ku tê xwestin projeyasayên wisa bi nêrîn û pêşniyarên bijişkan werin amadekirin.

Nunerên HekîmSenê yê Diyarbekir Haçim Îzol ji K24ê re got: “Ceza didin me û ji bilî wê jî meaşê me jî dibirin. Em dixwazin lêvegerê ji wan madeyan re bikin. Diktor û karmendên tendirustiyê zêde dixebitin û nexweş pir in, anku em nikarin bi tenê vî barî rakirin.”

Bijişk balê dikêşin ku pirojeyasa ji 30 maddeyan pêk tê de 14 madde hatine pesendkirin û 16 madde mane ku pirojeyasa dibe sedem ku bi awayeke hêsanî bijişk werin sizadan ku bi teybetî bijişkên li gundewaran dişixulin dikevin zehmetiyê

Bijişk Muhammed Altindag dibêje: “Ez li gundê Farqînê yê bi navê Sêdeqnê bijişkiyê dikim. Ez heta Farqînê bi otobêsa şaredariyê diçim û ji farqînê seyare nîne ku biçim gund. Gund 20 kîlometreyan ji farqînê dûr e û gelek caran seyareyan didim sekinandin û welatî bi xêra xwe min dibin. Eger ez dereng bimînim jî têm sizadan. Derfetên veguhastinê bo min dabîn nakin lê eger dereng bimînim jî siz ali min dibirrin.”

Bijişk didin zanîn ku divê ew bikaribin bo 1 nexweşî herî kêm 20 xulek dem veqetînin lê şert û mercên niha de bo 1 nexweşî tenê 5 xulek dem vediqetînin ku ev yek barê bijişkan girantir dike.