Civaknas: Rêjeya kurdan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde dibe

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Her çiqas amarên fermî serjimêra Kurdan 15 milyon nîşan bidin jî, tê diyarkirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, nêzîkî 30 milyon dijîn. Civaknas diyar dikin ku li Bakurê Kurdistanê, rêjeya jidayîkbûnê bilind e û ji ber koçberiyê rêjeya Kurdan li bajarên Tirkiyeyê jî belav dibe. Welatî jî didin zanîn ku Kurd ji bo zêdekirina nifşê xwe zarokan zêde tînin.

Saziya Amarên Fermî ya Tirkiyeyê (TUÎK), di daneyên xwe yên serjimêra Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de nîşan dide ku serjimêra Tirkiyeyê ji 85 milyonan derbas bûye û rêjeya Kurdên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî 15 milyon e. Li Diyarbekirê jî malên hemû Kurdan qelebalix in û di her malê de herî kêm 4 zarok hene. Welatî diyar dikin ku hişmendiya hanîna gelek zarokan, di nav Kurdan de xurt e û her dem berdewam dike.

Welatî Leyla Bayram: “5 zarokên min hene, 2 li dibistanê ne, 3 li cem min in. Em wekî milên Tirkan nabêjin ka em 2 zarokan bînin, em nikarin li zarokên zêde binihêrin. Jixwe zehmet e lê dîsa jî em li zehmetiyê nanihêrin. Em ji zarokan hez dikin, Kurd hemû ji zarokan hez dikin. Dema em zarok bûn, li derdora me hinek malbat xwedî 10-11 hinek xwedî 14 zarok bûn.  Jixwe ne wekî berê ye lê dîsa jî Kurd zarokan zêde çêdikin.”

Her çiqas li ser rêjeya serjimêra Kurdan amarên bi rêk û pêk neyên dayîn jî li gorî amarên nexweşxaneyan, Bakurê Kurdistanê di rêjeya jidayîkbûnê de di rêza yekem de cih digire û ev rêje wekî ji hezarî 27 hatiye tomarkirin. Civaknas jî didin zanîn ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 30 milyon Kurd hene û rêjeyên jidayîkbûn û serjimêrê ji hev cuda ne; lewra li Bakurê Kurdistanê rêjeya jidayîkbûnê çiqas zêde dibe, wisa jî koçberiya Kurdan ber bi bajarên Tirkiyeyê ve çêdibe.

Civaknas Adnan Firat Bayar dibêje: “Em dikarin zêdebûna rêjeya Kurdan a li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li ser 2 xalan rave bikin. Yek li ser dîroka Kurdan yek jî li ser bajarvaniya îroyîn e. Ya yekemîn, ji ber ku Kurd eşîr in û ji eşîrtiyê tên; malbat mezin in û ev jî di jiyana Kurdan de kargînek pêk tîne û hîn jî dewama wê heye. Ev di nav Tirkan de tuneye. Ya duduyan jî dînamîka bajarvaniyê heye ango dema mirov dikeve metropolan û bajarên mezin, bivê nevê malbat biçûk dibin.”

Serjimêra her bajarekî Bakurê Kurdistanê, her sal nêzîkî 13 hezar zêde dibe. Sedema vê zêdebûnê jî şopa bab û kalan e ku Kurd zarokên xwe zû dizewicînin û ji bo dewama nifşê xwe zarokan zêde tînin.